Mafźn Mirovan / Jīyana Xebatź

LGBTĪ di 1ź Gulanź de li 25 bajaran derketin holan!

Monday, May 18, 2015

LGBTÎ yan di 1 Gulan cejna ked û tifaqê de li 25 bajar û navçeyê de bi dirûžma “Mafên LGBTÎ mafên sendikal in” li qadan bûn.

 

Li çar aliye welat dijberên homofobî û transfobiyê 1 Gulan, Roja Ked û Tifaqê de bi alayên Keskesorê beždarî pirozbahiyan bûn. Pirranî bajaran de tevgerên LGBTÎ cara yekem derketin kolanan û dan zanîn ku hewce ye ku têkožîna li dijî heteroseksîzm û têkožîna kedê pižtgirî bidin hev.

 

Edenê: Li Edenê, LGBTÎ’an bi dirûžma ‘’Hevzayend im, qunek im li karistanê karker im’’ 1 Gulanê de li pižt panqarta ‘’Queer Adana’’ de derketin qadan û gotin ku tê hewl bidin ku di her warê jiyanê de em tê li dij homofobî û transfobiyê bitêkožin.

 

Afyon: Li Afyonê Însîyatîfa LGBTÎ yan yekem car derketin qadan. Bi bangewaziya sendîkayan, dijraberên homofobî û transfobiyê beždarî pîrozbahiyê bûn û alayên keskesoran vekirin.

 

Enqere: Di Roja Ked û Tifaqê, 1 Gulanê de, li Enqereyê  korteja LGBTÎ (lezbiyen,gey,bîseksûel,trans,înterseks) li pižt pankarta ‘’Mafên LGBTÎ yan mafên sendikal in‘’ de mežiya. Ew korteja ku bi Kaos GL, LGBTÎ-Lîse, ODTU hevgirtina LGBTÎ û Pembe Hayatê ve pêk hat, bi aliye xwendekarên SBFê bi diružma ‘’Hûž nebe, bang bike, hevzayend hene’’ hat silav kirin. Tevgera Halkevleri jî bi pankarta ‘’Li ku yî delalo, liv irim delalo’’ pižtgirî LGBTÎ yan kir.

Antakya: Kaws Kuzah LGBTÎ, li Antakyayê cara yekem bi dijraberên homofobî û transfobiyan derketin qadan.

 

Antalya: Pembe Caretta LGBTÎ, li qadê 1 Gulanê, parqa Aydin Kanzayê de bi pankart û alayên keskesor ve cihê xwe hilda. Dijraberên homofobî û Transfobiyê ya Antalyayê panqarta “Xwîžkên me jî li vir in” vekirin.

 

Dîlok: ZeugMadî LGBTÎ ji bo “kar, evin û azadî” li Parqa Yežîlsuyê civiyan û ber bi Qada Îstasyonê ve mežiyan.

 

Êlîh: Keskesor Diyarbekir LGBTÎ, bi panqarta ‘Tevgera LGBTÎ li dij civaka bipol, têkožînekî xweser e’’ tevli mîtînga navendî ya Êlîhê bûn.

 

Bursa: Dijraberên homofobî û transfobiyê cara ewil tevli pîrozbahiyên 1 Gulanê bûn bi Korteja Rengên Azad  û bang kirin  ‘li Bursayê me, delalê’’.

Çanakkale: Koma LGBTÎ ya Çanakkaleyê da ku ji mêtina zayendî, netewî û polî re bibêjin ‘’NA’’ 1 Gulanê de li qadan bûn.

Denîzlî: 1 Gulanê li Denîzliyê keskesor derket. Denîzlî LGBTÎ û malbatên wan cara ewil derketin kolanan.

 

Dêrsîm: Dêrsîm Koma LGBTÎ Rožtîya Asme, him tevli li mîtînga navendî a li Batmanê bû, him jî beždarî çalakiyên 1 Gulanê a li Dêrsîmê bû.

 

Edîrne:Koordînasyona LGBTÎ a Partiya Demokratîk a Gelan (PDG-HDP) jî li Edîrneyê bi panqarta “Karker û qunek dest bi dest, ber bi žoreža zayendî” tevli 1 Gulanê bû.

 

Eskîžehîr: Ji Eskîžehîrê dijraberên homofobî û transfobiyê bi diružma “Yasak Ne Ayol’’ê ve tevli pirozbahiya 1 Gulanê bûn.

 

Isparta: Li Ispartayê LGBTÎ yan bi PDG (HDP) re mežiyan û bang kirin bi dirûžma “LGBTÎ serî hildidin, em li qadê ne’’

 

Stênbol: LŻ Stênbolê polês êrîžê kedkarên ku dixwestin boneya pîrozbahiya 1 Gulanê ji Bežîktaž û Žîžlî ye ber bi Taksîmê ve bimežiyan, kir. Hêvî LGBTÎ jî li Bežîktažê li qadan bûn.

 

Îzmîr:Tevgerên LGBTÎ ya Îzmîrê da ku xuyabûna LGBTÎ zêdetir bikin bi navê Tora Hevgirtin û Keskesorê a Îzmîrê bi hev re mežiyan. Kortej ji LeGeBÎT, DEU Ežît Žerît, Koma LGBTÎ ya Îzmîrê, LGBTÎ-Lîse û Sîyah PEMPE UÇGENê ve pêk hat. Ahura LGBTÎ jî bi kortejekî din beždarî pîrozbahiyan bû.

 

Qers: Li Qersê, Platforma li dijî Homofobî û Transfobiyê bi alayên Keskesorê ve beždarî mîtînga 1 Gulanê bû.

 

Kocaelî: Însîyatîfa LGBTÎ ya Kocaeliyê cara yekem tevli çalakiya 1 Gulanê bû. Qomîteya 1 Gulanê, Însîyatîfê bi banga “Ji bo xuyabûna karkerên LGBTÎ em li qad in’’ silav kir.

 

Meletî: Koma LGBTÎ Keskesorê, “ji bo žorežekî zayendî” tevli 1 Gulanê bû, bi keskesoran ve mežiyan.

 

Mêrsîn: Koma LGBTÎ ya 7 RENG, li Mersînê bi panqarta “Agirê LGBTÎ yê tê sermayeye bižewitine’’ li qadê bû.

 

Nîxde: Koma LGBTÎ ya Tîrên Keskesorê, Li Nîxdeyê cara yekem derket kolanan. Tevî erîžên li dijî 1 Gulanê, alayên Keskesorê li kolanên Nîxdeyê de gel silav kir.

 

Sakarya: Li Sakaryayê endamên LGBTÎ yan cara yekem bi HDP re derket kolanan û bang kirin “Patron ne ayol”.

 

Samsun: Liseli Öšrencî Birliši ya ku LGBTÎ bi alayên Keskesorê li qadê bû.

 

Tarsûs: Koma LGBTarsûs cara yekem derket kolanan,  bi dirûžma “Karker û hevzayend bi hev re”

 

Wan:Koma LGBTÎ ya Wanê, Ah Tamara 1 Gulanê de cara yekem bi alayên Keskesorê ve derket kolanan.

 

Dilmaç: Mîrzayê Biçûk 

Share |